Erbil 38°C Thursday 20 Nov 02:15

Îsraîlê hêzên hawar hatinê yên Sûriyeyê gehande Urdinê

li ser daxwaza hin welatan Îsraîl ev yek cîhbicîh kiriye
کوردستان TV
100%

Di vê derbarê de çapemeniya Îsraîlê belav kir ku şeva derbasbûyî hikûmeta Îsraîlê ferman bi artêşa xwe kiriye daku rê bide hêzên hawar hatinê yên Sûriyeyê yên ku dixwazin ji vê welatî der bikevin û biçin Urdinê.

Li gor nûçeya mîdiyaya Îsraîlê, artêşa Îsraîlê hijareke gelek zêde ji wan hêzên hawar hatinê yên ku hijmareke karmendên  NY jî li gel wan bûn, li gel malbetên xwe derbasî Urdinê kiriye.

Hikûmeta Îsraîlê ev yek li ser daxwaza Amerîka, Kanada û hin welatên din pêk aniye.

 

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.