Li gor çapemeniya Îsraîlê, balefirên ser bi artêşa Îsraîlê îro li bilindahiyên Colanê operasiyonek li dijî terorîstên DIŞIê pêk anîne.
Çapemeniya Îsraîlê belav kir ku di encama operasiyona han de ku têde balefir çend sûrtî pêk anîne, 7 terorîstên DIŞIê yên ku xwe li bilindahiyên Colanê veşartibûn, hatine kuştin.
Arêşa Îsraîlê herwiha diyar kiriye ku ew weke artêşê di amadebaşiyê dene bo bervanî kirin ji xak û gelê îsraîlê û rê nadin ti hêzek berê xwe bide axa Îsraîlê.
Hêjayê gotinêye ku dohê jî nunerê Serokê Rûsyayê yê bo karûbarên Sûriyeyê diyar kiribû ku çekdarên Îranî ji deverên nêzî Colanê vekêşane.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin