Erbil 38°C Tuesday 13 May 00:37

Dorpêçên nû yên Amerîkayê li dijî Îranê dest pê dikin

ev dorpêçên han bi du merheleyan tên sepandin
کوردستان TV
100%

Biryare sibê bi fermî yekem merheleya wan dorpêçan destpê bike.

Di çarçoveya projeya nû ya Amerîkayê a bo danîna dorpêçan li ser Îranê, pilaneke du merheleyê ji aliyê Amerîkayê ve bo ceza kirina Îranê hatiye amadekirin.

Li gor vê pilanê vê 6ê Tebaxê yekem merheleya sepandina dorpêçan li ser Îranê bi fermî dest pêbike.

Li gor proje û pilana Amerîkayê her welat anjî kompaniyeke cîhanî yaku li gel Îranê kar bike vê were cezakirin.

Ji aliyeke din ve jî beriya demekî Serokê Amerîkayê diyar kiribû ku ev dixwaze li gel Îranê danûstandinan bike daku kêşeyên heyî çareser bikin lêbelê aliyên Îranî jî gefan li Amerîkayê dikin û dibêjin danûstandinan nakin û dopêçên Amerîkayê jî ti bandorek li ser Îranê nakin.

Lêbelê rastî tişteke dine û niha rewşa abûriya Îranê têkçûye û timanê Îranî buhayê xwe bi temamî ji dest daye û xelkê Îranê jî li dijî rejîmê dest bi xwepêşandanên girseyî kiriye.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.