Yek ji şîrketa herî mezin a cîhanê ya otomobîlê Daîmler, piştî pêkirina aborî ya DYA’yê ya li ser Îranê, xebatên xwe yên li Îranê da rawestandin.
Berdevkê şîrketê ji AFP’ê re axivî û got, heta fermaneke dî wan dawî li xebatên xwe yên ‘sînorkirî’yên Îranê anîne.
Berdevk got şîrketê projeya berbelavbûnê ya bi çarçoweya şîrketên xwecih ku qemyonên Mercedest hildiberandin û difirotin jî dane sekinandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin