Cewad Zerîf: Amerîka nikare pêşiya me bigire

Îran dibêje lazime Amerîka encamên dorpêçan jî qebûl bike
محه‌مه‌د حه‌واد زه‌ریف وه‌زیرى ده‌ره‌وه‌ى ئێران
کوردستان TV
100%

Wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf derbarê dorpçên Amerîkayê yên li dijî Îranê de got: Amerîka dixwaze bi wan dorpêçan pêşiya Îranê di warê firotina petrola xwe de bigire lêbelê Amerîka nikare tişteke wisa bike.

Zerîf diyar kir ku eger Amerîka hîn jî di vê xelaya han de ye ku dikare pêşiya Îranê bigire vê demê lazime xwe jî bo encamên vê yekê amade bike.

Zerîf di daxuyaniyekê de ji bo çapemeniya Îranê diyar kiriye ku Amerîka bi ti awayî nikare pêşiya şandina petrola Îranê bo bazarên cîhanî bigre.

Ev daxuyaniya Zerîf di demekê deye ku beriya du rojan merheleya yekem ya dorpêçên nû yên Amerîkayê li dijî Îranê û ew kes û aliyên ku li gel Îranê bazirganiyê dikin destpê kiriye.

 

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.