Berdevkê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Behram Qasimî got ku li dijî polîtîkayên Amerîkayê, dewleta Îranê û xelkê wê, li cem Tirkiyê ye.
Li gor nûçeyeke PeyamaKurd Berdevkê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Behram Qasimî di televîzyona netewî ya Îranê de axivî û got ku Tirkiye ne bi tenê ye, bila gelê Tirkiye xwe bi tenê hîs neke. Em ê her wextî li cem gelê Tirkiyê bin û piştgiriyê bidine wan.
Qasimî wiha dewam kir: “Divê îradeya gelan bi zor û zextan neyê guhertin. Gelê Tirkiyê muheqqeq wê bi ser bikeve.”
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin