Putîn: Ev rêkeftin rê nade hêzên biyanî werin vê deverê

Putîn behsa girîngiya rêkeftinê dike
کوردستان TV
100%

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin derbarê lihev kirin anjî rêkeftina behra Xezerê de yaku bi rêkeftina Xezerê tê nasîn diyar kir ku ev rêkeftina han gelek girînge bo deverê.

Putîn herwiha eşkere kir ku îmze kirina vê rêkeftina girîng di navbera welatên hewzeya Xezerê de bûye sedem daku rê neyê dayîn hêzên biyanî werin vê deverê.

Putin eşkere kiriye ku îmze kirina vê rêkeftina deryayî garantiya vê yekê dide ku ti hêz anjî aliyeke biyanî neyê vê deverê.

Ev rêkeftina han di rojên derbasbûyî de di navbera Rûsya, Îran, Azerbayican, Qezaqistan û Tirkmenistanê de hatiye îmzekirin.

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.