Raberê Îranê Elî Xamneyî di gotareke xwe de yaku di civîneke xwe li gel ciwanên Îranî de pêşkêş kir anî ziman ku sedema qirîz û giraniya li Îranê ne derekiye belku navxweyine.
Xamneyê herwiha eşkere kir ku hikûmet û aliyên têkildar nikarîne abûriya welat bi başî îdare bikin jiber vê çendê jî giranî li Îranê zêde bûye û zextên li ser hin çînên civakê zêdetir bûne.
Derbarê diyaloga navbera Îran û Amerîkayê de jî Xamneyî tekez li ser vê yekê kir ku Îran bi ti awayî li gel Amerîkayê danûstandinan nake.
Derbarê dorpêçên nû yên Amerîkayê yên li dijî Îranê de jî Xamneyî diyar kir ku eger birêvebirneke baş û jêhatî hebe bê goman Îran dikare li hember wan dorpêçan jî rawest bêyî ku rastî ti zirar û zinayeke abûrî were.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin