Wezareta Parastinê ya Îranê mûşeka xwe ya nû ya menzîlkin da nasîn. Danasîna mûşeka nû ya bi navê “Fateh Mobîn” di ajansa nûçeyan a Tasnîmê de hate weşandin ku ev ajans nêzî muxafazakaran e. Li gorî ajansê, general Amîr Hatamî wiha gotiye: “Çawa ku me soz daye gelê xwe yê hêja, ji bo xurtkirina kapasîteya xwe ya moşekên balîstîk em ê her hewl didin.”
Wezîrê Parastinê ji bo cureya nû ya Fateh Mobîn ev tişt anî ziman: “Ji sedî sed malê welat e, çust e, veşartî ye, xwedî taktîk e û berê xwe dide hedefa xwe. Pê piştrast bin; zext û şerê psîkolojîk ê li dijî neteweya Îranê ya mezin çiqasî zêde bibe, wê îradeya me ji bo xurtkirina kapasîteya parastinê ya li her qadê jî xurtir bibe.”
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin