Brîtanyayê jî pişt li Îranê kir

Brîtanyayê jî piştgîrî da dorpêçên Amerîkayê yên li ser Îranê
کوردستان TV
100%

 Şirketa Quercus ya Brîtanyayê ya enerjiya ku tê nûjenkirin, ji ber ku Amerîkayê dorpêç daniye ser Îranê; projeya enerjiya rojê ya bihayê 500 mîlyon Euroyî (570 Dolar) betal kir.

Li gor nûçeyeke PeyamaKurd Şirketa Quercus ya Brîtanyayê ya enerjiyê, cara pêşî wê li derveyî Ewrûpayê xebatek kiribana.

Piştî ku Amerîkayê di destpêka vê mehê de dorpêç danî Îranê, gelek banqe û şirketên biyanî peymanên xwe yên bi Îranê re betal kirin û xebatên xwe ji nava Îranê derxistin.

CEOyê Şirketa Quercusê Diego Biasi di derbarê mijarê de daxuyaniyek da û got ku piştî ku Amerîkayê dorpêç daniye ser Îranê, me projeya xwe ya enerjiyê ya 600 megawatî û hemî xebatên xwe yên li Îranê betal kirin.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.