Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Qesra Sipî John Bolton serdana Îsraîlê kir û li Orşelîmê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re civiya.
Bolton û Netanyahu ku dohê jî civiyabûn, îro jî dîsa civiyan û di civînê de behsa çawetiya pûç kirina bernameya etomî ya Îranê û herwiha bêbandor kirina rola êrîşkar ya Îranê a li deverê de giftûgo kirin.
Her du alî tekez li ser vê yekê kirin ku derketina Amerîkayê ji rêkeftina etomî ya li gel Îranê gelek baş bûye û lazime bernameya etomî ya Îranê û herwiha karîna çê kirina çekên etomî ji aliyê Îranê ve bi temamî were jinavbirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin