Li Amerîkayê du welatiyên Îranî hatin girtin

dibêje bo Îranê sîxorî kirine
کوردستان TV
100%

Dezgehên ewlekarî yên Amerîkayê belav kirin ku du welatiyên Îranî yên ku li Amerîkayê dijîn, bi tawana sîxorî kirinê bo Îranê hatine girtin.

Li gor daxuyaniya aliyên têkildar yên Amerîkî, ev du welatiyên Îranî ku yek ji wan temena vî 38 û ewê din jî temena vî 59 sale, li Amerîkayê hewl dane daku zaniyariyên hûr li ser kesên dijî rejîma Îranê yên ku li Amerîkayê dijîn kom bikin û bişînin ji Îranê re.

Herwiha aliyên Amerîkî behsa vê yekê dikin ku ev her du welatiyên Îranî ku navên wan Ehmed Reza Muhemed Dostdar û Mecîd Qurbaniye, bi awayekî nihênî wêneyên çend cîhên girîng yên taybet bi cihûyan jî girtine û xwestine wan wêneyan bo Îranê bişînin.

 

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.