Lavrov: Talîban beşdarî civîna Efxanistanê ya li Moskowê dibe

Rûsye bi fermî daxwaz ji Talibanê kiriye
کوردستان TV
100%

Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov ragihand ku Talîban beşdariya bo hevdîtinên Efxanistanê, ku dê li Mokowê pêk were, pejirandiye.

Li gor nûçeyeke voa Lavrov da zanîn ku Rûsya, Talîban vexwendiye civîna Efxanistanê ya 4’ê Îlonê û rêxistinê bersîveke erênî daye.

Lavrov got ku ew hêvî dike ku hevdîtinên Efxanistanê bi awayekî avaker derbaz bibin.

Lavrov diyar kir ku Rûsya bo ewlekarîya hemwelatîyên Rûs yên li Efxanistanê bi Talîbanê re danûstandin kiriye û hewil dide ku Talîban bi hikûmetê re diyalogê çêke.

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.