Îro parlementoya Îranê li ser mijara qirîza abûrî yaku rastî Îranê hatiye civiya û di civîna parlementoyê de hate gotin ku hikûmet û wezîrê abûrî û darayî nikarên rewşê îdare bikin.
Di civîna parlementoyê de hate gotin ku wezîrê hikûmetê heta niha nikariye ti tedbîreke baş bo dijî qirîzê û hin pirsgirêkên din yên abûrî yên li Îranê bistîne lewre lazime ji kar were dûrxistin.
Piştî civînê, dengdan li ser jikar dûrxistina wezîrê abûriyê yê Îranê Mesûd Kerbasiyan, hate kirin û bi piraniya dengan ew wezîr ji kar hat dûrxistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin