Iran û Sûriye peymaneke nû ya leşkerî îmze kirin

Îran dibêje em ji Sûriyeyê venakêşin
ئێران و سوریا رێككەوتنێكی سەربازیان مۆركرد
کوردستان TV
100%

Piştî ku di rojên derbasbûyî de wezîrê berevanî yê Îranê Emîr Hatemî serdana Sûriyeyê kir, îro ajanseke Îranî ya bi navê Tensîm belav kir ku di çarçoveya serdana wezîrê berevanî yê Îranê de bo Sûriyeyê, çend civîn û hevdîtinên curbicur li gel rayedarên Sûriyeyê hatine lidarxistin.

Li gor  nûçeya vê ajansê, di civîna navbera wezîrên berevanî yên Îran û Sûriyeyê de, rêkeftineke leşkerî bo berfire kirina hemahengî û hevkariyên leşkerî yên di navbera her du aliyan de hatiye îmzekirin.

Heman çavkanî belav kiriye ku Îran bi ti awayî hêzên xwe yên leşkerî ji Sûriyeyê venakêşe.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.