Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu gef li Sûriye û Îranê kir

Israîl dibêje emê lêdin
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Îsraîlê: "Artêşa Îsraîlê dijî sîstemên eskerî yên Îranê yên li Sûriyeyê herdem bi hêz e û ji bo dayîna bersivê amade ne."

Serokwezîrê Îsraîlê Bînyamîn Netanyahuyê bi gefa lêdana hedefên mewziyên Îranê yên li Sûriyeyê û rejima Esed herdu welat tehdîd kir.

Li gor nûçeya Yedîot Ahranota rojnameya Îsraîlê Netanyahu beşdarî merasima vekirina reaktora nukleerê ya Dîmonayê bû. Netanyahu li vê derê der barê peymana eskerî ya ku di navbera rejima Esed û Tehranê hatibû îmzekirin hin nirxandin kirin.

Netenyahu got ku tu peyman û hevkariyên di navbera Îran û Sûriyeyê nikarin me ji rêya me dûr bıxin û wiha pê da çû: "Artêşa Îsraîlê dijî sîstemên eskerî yên Îranê yên li Sûriyeyê herdem bi hêz e û ji bo dayîna bersivê amade ne."

Wezîrê Parastinê yê Îranê Emir Xatemî hefteya borî çûbû Şamê û di navbera herdu welatan de peymaneke eskerî û hevkariyê hatibû îmzekirin.

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.