Li gor çapemeniya Îranê, îro sêşem welatiyekî Îranî li berdem şaredariya mezin ya Tehranê, agir li xwe berdaye û xwe şewtandiye.
Çapemeniya Îranê belav kir ku ew welatiyê han temen 45 sal, li gel zarokê xwe ji bo protesto kirina biryara şaredariya Tehranê ku daxwaz jê kiriye bi qasî 40 hezar dolar jiber dûkanê xwe weke bac bide şaredariyê, xwe şewtandiye.
Li gor jêderên Îranî, polîs kariye beriya xweşewtandinê zarokê vî welatî rizgar bike lêbelê bavê vî agir bi xwe berdaye û laşê vî hatiye şewtandin û niha li nexweşxaneyê tê dermankirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin