Nakokî kete navbera welatên garantor yên Sûriyeyê

pêşniyara Tirkiyeyê bo agirbestê nehat qebûlkirin
کوردستان TV
100%

Îro înê li Tehranê lûtkeya çaverê kirî ya Sûriyeyê a di navbera Îran, Rûsye û Tirkiyeyê de hate lidarxistin.

Di lûtkeya han de hevdem li gel gotûbêj kirin li ser rewşa Sûriye û Idlibê, giftûgo li ser çawetiya raber kirina helwesteke hevbeş ya wan welatan li hember Amerîkayê jî hate kirin ku dorpêç bi ser her sê welat sepandiye.

Mijara sereke ya lûtkeyê rewşa Idlibê û şerê dijî komên cîhadî bû, di vê derbarê de Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî û Serokê Rûsyeyê Vladimir Pûtîn tekez li ser vê yekê kirin ku armanca wan şerê dijî terorê û komên cîhadiye û di vê çarçoveyê de jî piştgîriya rejîma Esed dikin.

Li hember de jî Serokê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan dilgiraniya xwe ya li hember operasiyona Idlibê diyar kir ku got: Operasiyona ser Idlibê vê bibe sedema karesateke înasnî û vê hijmareke zêde penaber berê xwe bidin Tirkiyeyê û Tirkiye nikare ji vê zêdetir penaber li xwe bigire.

Erdogan herwiha daxwaza vê yekê kir ku li Idlibê agirbestek were ragihandin lêbelê Serokê Rûsyeyê ew pêşniyar red kir û ragihand ku cîhadiyên Nusre êrîşan dikin û em nikarin li hember wan êrîşan bêdeng bimînin.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.