Îran ji Îraqê Dixwaze opozîsyona Kurdî der bixe

Iran dibêje lazime partiyên Kurdî werin derxistin
کوردستان TV
100%

Serokerkanê Îranê General Mihemed Baqirî îro Sêşemê ji karbidestên Îraqî xwest ku rikeberên Kurd yên cudaxwaz, ku li wî welatî bi cîh bûne, rasdestî wan bikin.

Ajansa Reutersê ji ajansa nûçeyan ya nîvdewletî ya Îranê, ajansa Fars ragihand ku Îranê peyameke tund da karbidestên Îraqî daku bingehên partiyên Kurdên Îranê jî bigirin.

Daxuyaniya Baqirî sê roj piştî êrîşa Îranê ya dijî nabenda Partîya Demokrata Kurdistana Îranê tê ku here kêm 11 kes di wê êrîşê de hatibûn kuştin.

Baqirî got: Divê hikûmeta Îraqê û karbidestên Kurd nehêlin ku bingehên rêxistinên cudaxwaz li herêmên bin kotrola wan hebin û divê ew wan terorîstên cudaxwaz teslîmî Îranê bikin.

Baqirî herwiha got ku mafê Îranê heye ku xwe biparêze.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.