Çalakvaneka Kurd li Sineyê hate binçav kirin

sedema girtinê nehatiye zelalkirin
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên taybetî ji Rojhilatê Kurdistanê, îro pêncşem, hêzên îtlaata Îranê li bajarê Sineyê çalakvana Kurd ya warê mafên jinan û herwiha endama komîteya damezrêner ya dezgeha xêrxwaziya Rociyar Kurdistan, Sûreya Xidirî bin çav kirine.

Jêderên taybetî behsa vê yekê kirin ku endamên itlaata Îranê bêyî biryara dadgehê ev çalakvana Kurd binçav kirine û heta niha derbarê sedema binçav kirinê de jî ti zaniyariyek nehatiye belavkirin.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.