Erbil 38°C Thursday 13 Nov 22:35

Nêçîrvan Barzanî: Hêza PDK ji xelkê ye

dibêje hêza pdkê xelkê Kurdistanê ye
کوردستان TV
100%

Di çarçoveya kempîna propagendeyên hilbijartinên parlementoya Kurdistanê de, îro bo piştgîrî kirina lîsteya 183an ya partiya demorkata Kurdistanê li Hewlêrê ahengeke din ya girseyî hate lidar xistin.

Di vê ahenga han de Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî jî amade bû û piştî dane nasîna berbijêrên lîsteya PDKê, Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir û balkêşande ser girîngiya hilbijartinên 30 Îlonê û daxwaz ji xelkê Kurdistanê kir daku bo pêşerojeke baş û Kurdistaneke pêşkeftî dengê xwe bidin lîsteya 183an ya PDKê.

Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de anî ziman ku serkeftina PDKê vê bibe serkeftina Kurdistanê, û pêşkeftinên Kurdistanê tenê ji aliyê PDKê ve tên bidestxistin.

Nêçîrvan Barzanî behsa hêza civakî ya PDKê kir û got: Hêza PDKê ji esmanan nehatiye belku ji nava xelkê Kurdistanê ye û ew PDK bû ku neyar û dijmin neçar kir ku dev ji tundûtîjî berdin û werin li ser maseyan dest bi danûstandinan bikin.

Barzanî kêfxweşiya xwe ya li hember amadebûna xelkê di ahengê de diyar kir û got gelek kêfxweşim ku careke din li gel we me û lazime em hemû bi hev re ber bi Kurdistaneke pêşkeftî û avedan gav bavêjin û hun hêza civakî ya niha û pêşeroja Kurdistanê ne û pêşeroja welat jî di destê we deye û lazime di sêya rola we ya çalak de Kurdistan hertim awedan, aram û pêşkeftî be û lazime em hewl bo vê yekê bidin daku sîstema jiyanê li Kurdistanê de biguherin û sîstemeke baştir û pêşkeftîtir awa bikin û tevahiya wan tiştan jî tenê bi rêya hizba we ya xebatkar, yanê PDKê tên bidest xistin.

Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku PDK her di roja yekem de partiyeke têkoşer û çalak bûye û heta îro jî her bi xebatkarî, çalakî û bi bihêzî berdewame li ser têkoşîna xwe, pdk yanê pêşmerge, pêşmerge jî yanê ciwanên can li ser dest ku zûrtirîn qurbanî bo serxistina lîsteya pdkê dane  û ew bo xwe hêza şarave ya bihêz bûn û serkeftî bûna pdkê li Kurdistan û Îraqê ye.

Di hilbijartinên Îraqê de hinek alî hebûn ku fatihe bo pdkê dixwendin û digotin pdk careke din nabe hêza yekem,  lê we ciwan, jin û xelkê Kurdistanê ew yek bo neyaran îsbat kir ku pdk pêşenge û bi pêşengî jî dimîne.

Nêçîrvan Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de xetab bi xelkê got: Hun hêza sereke ya pdkê ne, her pdk bû ku bi piştgîrî û hêza we doz û nasnameya gelê Kurdistanê bi cîhanê nasand. Pdk bû ku neyar û nahez anî ser mêza danûstandinan, her pdk bû ku wisa kir daku neyarên gelê Kurdistanê rûnin û milê xwe bo daxwazên gelê Kurdistanê şor bikin.

Nêçîrvan Barzanî herwiha daxwaz ji xelkê Kurdistanê kir daku di roja 30 Îlonê de bi coşeke mezin beşdarî di hilbijartinan de bikin û bo pêşerojeke baş û Kurdistaneke pêşkeftî dengê xwe bidin pdkê.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.