PDKê berbijêrê xwe diyar kir

vê di hefteya pêşiya me de dengdan were kirin
کوردستان TV
100%

Piştî ku jiber êrîşên terorîstên DIŞIê yên bo ser Mûsilê, ev bajar ji aliyê terorîstan ve hatibû dagîrkirin, rayedarên vê bajarê jî bo deverên din koç kiribûn.

Hinek ji wan rayedaran hatibûn Kurdistanê û piştî azad kirina  Mûsilê ji destê DIŞIê çend guhertin li vê parêzgehê hatin kirin û Serokê civata vê parêzgehê Bişar Kîkî yê ku li ser lîstê PDKê (biratî)bû, ji ser postê xwe hate dûrxistin.

Ji vê rojê heta îro postê Serokê civata parêzgeha Mûsilê boşe û dohê PDKê kandîdeke din bo vê posta han diyar kir û navê kandîdê PDKê Seydo Çeto ye.

Biryare hefteya pêşiya me dengdan li ser Seydo Çeto were kirin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.