Di çarçoveya serdana xwe ya bo Bexdayê de, dohê Serokwezîrê Kurdistanê li gel hijmareke Serkirde, aliyên siyasî û kesayetiyên navdar yên Îraqê civiya bû û îro jî Serokwezîrê Kurdistanê civîn û hevdîtinên xwe yên li Bexdayê domand.
Îro danê sibê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Necefê li gel Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir ku hevdem Serokê lîsteya Saêrûn ne jî yaku di hilbijartinên Îraqê de bibû yekem, civiya.
Di civînê de Nêçîrvan Barzanî û Muqteda Sedir behsa hewldanên heyî yên bo ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê û çawetiya kar kirina hikûmeta Îraqê kirin.
Her di heman civînê de her du alî tekez li ser vê yekê kirin ku lazime bilez hikûmeta nû ya Îraqê were avakirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin