Îran biryara darde kirinê bo welatiyeke din yê Kurd der kir

idam kirina Kurdan bûye karê rojane ya rejîma Îranê
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên taybetî ji Rojhilatê Kurdistanê, dadgeha şoreşê ya bajarê Urmiyeyê, dohê biryara darde kirinê bo welatiyekî Kurd der kiriye.

Li gor jêderên taybetî, dadgeha şoreşa Îranê bi hinceta hebûna têkilî û hevkarî kirina partiyên Kurdî, cezayê darde kirinê bo welatiyekî din yê Kurd bi navê Mehiyedîn Ibrahîmî der kiriye.

Ibrahîmî sala derbasbûyî di dema êrîşa hêzên îtlaata Îranê de birîndar bûye û hatibû girtin û zêdetir ji salekê ye di nava girtîgehê deye.

Temenê Îbrahîmî 40 sale û xelkê gundê Alkawî ya ser bi bajarê Şinoyê ye.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.