Ruhanî: Amerîka li pişt êrîşê ye

iran, Amerîka û welatên kendavê tawanbar dike
کوردستان TV
100%

Serokê Îranê Amerîka û hevalbendên wê yên Kendava Erebî tawanbar kirin bi êrîşa dohê  ya ku li dijî merasimeke leşkerî li başûrê rojavayê Îranê pêk hatibû.

 Li gor nûçeyeke voayê Rûhanî îro yekşemê û bê ku wan bi nav bike got: Hemî welatên biçûk ên kirêkirî li herêmê piştgiriya Amerîka werdigrin. Amerîkî wan gur dikin û alavên pêwîst didin wan ji bo pêkanîna gunehkariyên wiha.”

Rûhanî berî ku Tehranê bicî bihêle, ji bo amadebûna kombûna giştî ya Neteweyên Yekgirtî, got:

“Amerîka wek zordarekî li beramber cîhanê tevdigere.”

Rûhanî anî ziman ku vê bersiva welatê wî dê nêzîk û di çarçoweya qanûn û berjewendiyên niştimanî yên Îranê de be.

Weke tê zanîn dohê li Ehwazê êrîşek pêk hatibû û di encam de 25 leşkerên Îranî hatibûn kuştin û 70 leşkerên din jî birîndar bibûn.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.