Serok Barzanî: Biryara referandumê biryareke qanûnî bû

Serok Barzanî: Lazime gelê Kurdistanê bibe xwedan biryara çarenivîsa xwe
کوردستان TV
100%

Şeva derbasbûyî Serok Barzanî di hevpeyvvîneke taybet de li gel kanala Elcezîre ya Qeterî, bersifa hin pirsan da û balkêşande ser çend mijaran.

Di bersifa pirsa gelo biryara referandumê biryareke şaş bû?  Serok Barzanî got: Mimkune hinek kes û alî di dema lidar xistina referandumê de behsa vê yekê kiribin ku biryara referandumê şaşe lêbelê li gor min û li gor zêdetir ji 3 miliyon xelk, Kurdistanê, biryara referandumê biryareke rast, xwezayî, qanûnî û mafeke reva ya gelê Kurdistanê ye. Niha jî amademe ku referandumeke din organîze bikin daku bizanin ka gelê Kurdistanê ji vê biryara han poşmane an na?

Di bersifa pirsekê de ku gelo Qasim Silêmanî beriya referandumê hatiye Hewlêrê û daxwaz kiriye ku referandum were paşxistin an na? Serok Barzanî got: Belê hat û daxwaz ji min kir ku referandum were paşxistin lêbelê min jê re got ku bi ti awayî referandum nayê paşxistin.

Derbarê rola Amerîkayê bi pêvajoya referandumê de Serok Barzanî got: Amerîka ti carî negotiye ez li dijî referandumê me an jî piştgîrî ji referandumê dikim. Piştî referandumê hinek guhertin di nava îdareya Amerîkayê de hatin kirin û ev kesên ku karûbarên têkiliyên Kurdistanê û Amerîkayê dikirin çûn piştgîriya Bexdayê kirin.

Serok Barzanî herwiha tekez kir ku bo referandumê me îzin ji kesekî nestendiye û nastînin û em li ser vê yekê ku lazime gelê Kurdistanê li ser çarenivîsa xwe biryar bide bi îsrarin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.