Roja dûşem, li Selahedînê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê nû yê Japon li Iraqê Naofumi Hashimoto kir.
Di destpêka hevdîtinê de, balyozê Japonê Hashimoto spasî Serok Barzanî kir ji bo afirandina derfeta hevdîtinê û kêfxweşiya xwe nîşan da ku li destpêka karên xwe da wekî Balyozê nû yê Japon li Iraqê, hatiye Kurdistanê û li gel Serok Barzanî dicivive.
Balyozê Japon li Iraqê, rola Kurdistanê li proseya siyasiya Iraqê de bi bandor û bilind nirxand û ragihand ku Kurdistan navendekî girîngê aştî û aramiye li navçeyê da û Japon hez dike li hemû waran da peywendiyên xwe yên li gel Kurdistanê pêş bixe, bi taybetî li warê aborî da û ew aştî û aramî handerekî bihêze ji bo veberhênanê û em jî karê zêdetir bo wî dikîn.
Balyozê Japon herwiha ragihand ku welatê wan bi girîngiyekî zêde ve Kurdistanê dimêzîne û me hewl daye projeya stratejî bi cîh bikin û niha jî di warên av, elektirîk, avero û bendavên li Kurdistanê de hevkariya Kurdistanê dikin û hewl didîn di warê çandinê da jî me proje hebê.
Di beşeke din ya vê civîna han de Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina wan, hêviya serkeftinê ji bo Balyozê nû yê Japon xwest û ragihand ku ji bo serkeftina projeyên we amadeyê hemû hevkariyekîn. Serok Barzanî piştevaniya xwe jî ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyên di navbera Kurdistan û Japonê de nîşan da.
Her di hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasiya Iraq, Kurdistan û navçeyê de Serok Barzanî û balyozê Japonê nêrînên xwe li hev veguhastin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin