Îro bi amade bûna Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî çend projeyên xizmetgozariyê li parêzgeha Dihukê hatin vekirin.
Yek ji wan projeyan rêya navbera Roviyayê ye ku 22 km dirêje û ev rêya han ku yek ji metirsîdartirîn rêyên Kurdistanê bû, tê cotsayid kirin.
Herwiha her îro li Zaxoyê bi amade bûna Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, tonela navbera Zaxo û Dihukê jî ku li geliya Zaxoyê hatiye lêdan hat vekirin.
Vekirina vê tonele han projeyeke gelek steratejîk û girînge jiber ku li ser rêyeke navnetewî de hatiye vekirin.
Di dema vekirina tonelê de, Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir û anî ziman ku Kurdistan rojên dijwar derbas kiriye û niha dîsa dest bi avedan kirin û cîhbicîh kirina projeyên girîng hatiye kirin.
Nêçîrvan Barzanî herwiha diyar kir ku vekirina vê tonele han gelek girîng û steratejîke jiber ku netenê dever, belku tevahiya Kurdistan û Îraqê û herwiha welatên cîran jî fêde ji verdigirin.
Barzanî herwiha spasiya wan kes û aliyan kir ku di karê lêdana tonelê de kar kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin