Li Baneyê 6 welatiyên Kurd hatin girtin

sedema girtina wan hîn jî nayê zanîn
کوردستان TV
100%

Jêderên herêmî ji Rojhilatê Kurdistanê diyar kirin ku dohê, hêzên Îtlaatê li bajarê Baneyê li dijî welatiyên Kurd operasiyoneke berfire lidar xistine.

Li gor wan jêderan di encama operasiyona han de 6 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên Îtlaatê ve hatine girtin û bo cêyeke nediyar hatine veguhastin.

Jêderên hayedar ji vê operasiyonê eşkere kirine ku heta niha sedema binçav kirina wan welatiyên Kurd nehatiye zelalkirin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.