Polîsên Îskoçî li dijî zewaca bi darê zorê, afîşên bi kurdî amade kirine

li Îskoçyayê qedexeye
کوردستان TV
100%

Polîsên Îskoçî, kampanyayek li dijî sûcên nefretê daye destpêkirin û di vê kampanyayê de transfobî, homofobî, baweriya hişk û cidaxwaziya li ser kêmendaman kiriye hedef. Polîsan di afîşên xwe yên derbarê zewaca bi darê zorê de cî daye kurdî jî.

Hikûmet û saziya polîsan a Îskoçî li dijî sûcên nefretê kampanyayek dane destpêkirin. Navê kampanyayê “One Scotland” e.

Ji bo vê kampanyayê afîş li kolanan hatine daliqandin û di van afîşan de bawerî û tevgerên nefretê kirine hedef. Her weha di forma nameyan de bi îmzeya “Îskoçyayê” belavok hatine belakirin.

Li gorî rêxistina polîsan a Îskoçyayê, par, giliyê 5 hezar û 300 sûcên nefretê li gel dozgeriyê hatiye kirin.

Hûmza Yoûsaf, Wezîrê Dadê gotiye, “Sûcên nefretê û pêşdarazî bi ti awayî nayên qebûlkirin û em di têkoşîna li dijî van de, bi biryar in.

“Zewaca bi darê zorê sûc e”

Zewaca bi darê zorê jî yek ji hedefên kampanyayê ye. Afîşên li dijî zewaca bi darê zorê, bi ingilîzî, kurdiya soranî, erebî, pûnjabî, swahili û tirkî hatine amadekirin.

Di afîşan de wiha hatiye nivîsandin:

“Gelek kesên ku li Îskoçyayê dijîn, zewaca bi darê zorê weke beşek ji jiyana rojane qebûl dikin. Lê zewaca bi darê zorê nayê qebûlkirin.

“Ji ber vê rewşê, ji bo parastina zêdetir a qurbaniyên zewaca bi darê zorê, yasayên nû hatine çêkirin. Eger kesek, kesekî/ê neçarî zewacê bike, ev sûc e. Û heke hûn Fermana Parastina Li Dijî Zewaca Bi Darê Zorê derxin, hûn dikarin nehêlin kesek we neçarî zewacê bike.

“Pêşniyar, piştevanî û parastin di nava ewlehiyeke misoger de tên kirin. Ji bo zanyariyên zêdetir, li hejmara 0800 0271234ê bigerin û li malpera onescotland.org/forcedmarriage birêrin.

“Baweriya Îskoçyayê bi wekheviyê tê.

Bianet

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.