Îro li bajarê Dihukê Serok Barzanî di çarçoveya serdana xwe de bo Dihukê, li gel rayedar, berpirs û karmendên navenda çandî û rewşenbîrî ya Laleşê û herwiha hijmareke zêde ji kesatiyên Êzidî civiya.
Di vê civînê de Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir û di destpêkê de destxweşiyê li navena Laleşê kir ji bo wan xizmetên ku pêşkêşî xuşk û birayên Êzidî û doza Êzidiyan kiriye.
Serok Barzanî di berdewamiya gotara xwe de diyar kir ku ti karesatek qasî wê yekê ku bi sere xuşk û birayên Êzidî de hatiye min ne êşandiye, lê belê spas ji bo xwedê tolhildanekî merdane li destdirêjkaran hate kirin û bi xwîna şehîdan û jêhatiya Pêşmergeyên qehreman, ew tawanbarên wê karesat bi serê we anî ketin bin piyê zarok û keç û kurên Êzidî û rêca û lava dikirin ku bêne bexşîn, eve serkeftinekî mezin bû.
Serok Barzanî diyar kir ku êzidiya karîne resenayetiya Kurdî biparêzin û hîç hêzek nikarê wan ji gelê wan veqetîne. Ronahî jî kir ku piştî proseya azadiya Iraqê û di dema pêkanîna Hikûmeta Iraqê da min pêdagiriyeke zêde kir wê rêgiriya derûnî bişkînim ku rê nedida Êzidî postên bilind hebê û me karî postê Wezîr ji bo Êzidiyek werbigrîn.
Serok Barzanî tekez jî kir ku PDK parêzerê rasteqîneya mafê Êzidiyane û heta PDK bihêztir bê mafên we parastîtir dibin û destkeftên we zêdetir dibin.
Serok Barzanî balkişande ser hilbijartinên parlementoya Iraqê ku li meha gulana derbasbûyî birêveçû û ragihand: Mixabin li wê hilbijartinê da jî dehan hezar dengê we hatin şewitandin bi wê armancê PDK nekarê dengê yekemê Mûsilê bîne, gelek xedrên din jî kirin û ji bilî hemû zextên ewên ku wiha dizanîn PDK tûşî şikestê dibê, ku çi PDK wekî partî li ser asta hemû Iraqê bûye partiya yekem û serkeftinekî mezin bi dest ve anî.
Serok Barzanî balkişand li ser hilbijartina 30 êylûlê û ragihand: Ewên xweşguzeranî û aramî û pêşketinên zêdetir dixwazin bila li vê hilbijartinê da deng bi PDK bidin, ji ber ku PDK serkeftineke mezin bi dest ve bîne destê wî vekirîtir dibê bo ku zêdetir xizmetê bike û wekî herdem bihêz ve berevaniyê li Kurdistanê bike û guhertinên mezin û çaksaziyên bingehîn jî bike.
Serok Barzanî ragihand: Em niha û li paşarojê da jî dakokiyê li ser aştî û dirêjkirina destê birayetiyê ji bo hemû aliyek dikîn. Niha derfeta guftûgo û hevdû têgihiştinê heye bo ku bi guftûgo û li ser bingehên tewafiq û tewazin û li gor destûrê kêşeyan çareser bikin.
Serok Barzanî spasî helwesta gelê Iraqê jî kir ku neketine bin bandora helwestên desthilatdarên Bexda û ragihand: Tirsa min gelek bû ku ew çanda dijî li Kurd ku hinek berpirsan dixwestin bikin çanda kolanên Erebî li Iraqê, ne ku ser bigrê. Lê belê li hilbijartina 13ê gûlanê da gelê Iraqê sizaya beşa herî zêdeyê wan kesan da, ku dixwestin li ser hesabê dijayetîkirina xelkê Kurdistanê û mafê xelkê Kurdistanê xwe bikin bi pehlewan, lê belê ji aliyê gelê Iraqê ve hatin siza dan û spas ji bo gelê Iraqê. Ev helwesta gelê Iraqê bandoreke zêde mezin hebû li ser me.
Serok Barzanî bi bîra amadebûyan jî anî ku Barzaniyê Nemir, bi dirêjahiya şoreşa eylûlê, şîreta wî ji bo me ewe bû ku nabê bihêlîn şer û nakokiya di navbera me li gel hikûmeta Iraqê, bibê şerê di navbera dû mîlletan û eve bi kufir û tawan dizanî. Niha jî em pabendî wê şîret û hîkmeta cenabê Barzanî ne û hîç demek rê nadîn nakokiya me li gel hikumetek bibê şer û nakokiya di navbera gelê Kurd û Ereb, yan gelekî din.
Her di civînê de Serok Barzanî bersîva pirsiyar û têbîniyên amadebûyan da.
Di dawiya civînê de jî Binkeya Laleş wekî rêzgirtinek li piştevaniya berdewamiya Serok Barzanî ya ji bo Êzidiyan, tabloyek ku hêma û arma Binkeya Laleşê bû, pêşkêşî Serok Barzanî kirin.

komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin