Îran naxwaze şerê Amerîkayê bike

Îran dibêje em naxwazên şerê Amerîkayê bikin
کوردستان TV
100%

Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî ku bo beşdarî kirin di civînên civata giştî ya NY de serdana Amerîkayê kiribû, presskonferansek organîze kir û behsa hin mijaran kir.

Hesen Rûhanî di presskonferansa han de diyar kir ku Îran bi ti awayî naxwaze li gel hêzên Amerîkî yên li deverê bikeve nava şerekî û Îran naxwaze şerê Amerîkayê bike.

Rûhanî di beşeke din ji axaftinên xwe de behsa peymana etomî ya di navbera Îran û welatên din yên cîhanê de kir û anî ziman ku her çend Amerîka xwe ji vê peymanê vekêşaye lêbelê Îran hîn jî li ser domandina peymana han biîsrare.

 

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.