Li Taslûceyê pêşî ji tîma Kudistantvê hat girtin

nehêştin ku rûmala prosesa dengdanê bike
کوردستان TV
100%

Îro piştî destpê kirina prosesa dengdana taybet, hevkarên me, weke tîma Kurdistantvê li devera Taslûce ya ser bi Silêmanî xwest, li navendeke dengdanê, rûmal û pêdaçûn bo prosesa dengdanê bike lêbelê hêzên asayîşê yên ser bi yekîtiya nîştimaniya Kurdistanê pêşî ji tîma Kurdistantvê girtin û rê nedan ku rûmala prosesa han bike.

Herwiha hate gotin ku li devera Silêmanî ji bilî mîdiyayên ser bi YNKê ti dezgeheke din ya mîdiyayî nikare rûmala prosesa dengdanê bike.

Çavdêr jî diyar dikin ku ev hewldanên asayîşa YNKê jiber vê yekê ye ku YNK dixwaze saxtekarî bike û jiber vê yekê rê nade ti dezgeheke ragihandinê ku rûmala prosesa dengdanê li Silêmanî bike.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.