Di çarçoveya prosesa dengdana taybet de, îro li devera Silêmanî û derdorê, hêzên ser bi Yekîtiya Nîşitmaniya Kurdistanê zextên gelek zêde li dezgehên ragihandinê dikin û rê nade wan ku rûmala prosesa dengdanê li navendên dengdanê de bikin.
Di vê çarçoveyê de hate zanîn ku li Koyeyê hêzên ser bi YNKê bi darê zorê tevahiya rojnamevan û dezgehên ragihandinê li navendeke dengdanê der xistiye û rê nedaye ku ti wêne ji vê navendê were girtin.
YNKê tenê dezgehên ragihandinê yên xwe hêlaye û dezgehên ragihandinê yên ser bi PDK, Goran û aliyên îslamî der kiriye.
Çavdêr jî vê yekê weke hewldana YNKê bo sextekarî kirin bilêv dikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin