Mesrûr Barzanî jî dengê xwe da

dibêje bila her kes bi berpirsiyartî tev bigere
کوردستان TV
100%

Di çarçoveya prosesa dengdanê de yaku di seat 8ê sibê de destpê kiriye, Şiwêrmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî dengê xwe da.

Mesrûr Barzanî li debistaneke Pîrmamê beşdariya prosesa dengdanê kir.

Piştî dengdanê Mesrûr Barzanî got: Hêvî dikim ku prosesa dengdanê bi xweşî û aramî birêve biçe û xelkê Kurdistanê bikarêbe bi azadî dengê xwe bi wan kesan bide ku bawerî pê tê.

Mesrûr Barzanî herwiha anî ziman ku lazime ewlekarî û aramiya prosesa dengdanê were parastin û lazime her kes berpirsiyartiya xwe bicîh bîne.

Derbarê piştî hilbijartinan de jî Mesrûr Barzanî got: Hêvî dikim proses bi serkeftî bidawî were jiber ku ev serkeftina tevahiya aliyan û xelkê Kurdistanê ye û hêvî dikim ku piştî hilbijartinê jî hikûmeteke bihêz bo xizmet kirina xelkê Kurdistanê were avakirin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.