Piştî bi dawî hatina prosesa dengdanê bo hilbijartinên parlementoya Kurdistanê, her yek ji Amerîka û Yekîtiya Ewrûpayê bi awayekî cuda pîrozbayî li gelê Kurdistanê kirin û ragihandin ku serkeftina prosesa hilbijartinê li Kurdistanê de nîşaneya bihêz bûna çanda demokrasiyê ye li deverê de.
Amerîka û YEê herwiha eşkere kirine ku lazime bilez hikûmeta nû ya Kurdistanê were damezrandin û dest bi erkên xwe bike.
Amerîka û YEê behsa vê yekê jî kirine ku piştgîriya hikûmeta nû ya Kurdistanê dikin û dixwazên zûtir hikûmet were damezrandin daku bihevre karên xwe yên hevbeş cîhbicîh bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin