Nêçîrvan Barzanî û Amerî behsa rewşa Îraqê kirin

behsa ava kirina hikûmet nû ya Îraqê kirin
کوردستان TV
100%

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Serokê hevpeymaniya Fetih Hadî Amerî kir.

Di civînê de Nêçîrvan Barzanî û Hadî Amerî behsa qonaxa pêşerojê ya Îraqê û prosesa siyasiya Îraqê kirin û tekez li ser proseseke tendirost bo niha û pêşeroja Îraqê kirin bi awayek ku bikarêbe bersifa xwestek û hêviyên tevahiya pêkhateyên Îraqê bide.

Barzanî û Amerî herwiha eşkere kirin ku lazime di nava prosesa siyasiya Îraqê de sê prensîbên lihev kirin, hevsengî û hevbeşiyê werin parastin daku tevahiya pêkhateyên Îraqê di nava aramî û aştî de beşdariya prosesa siyasiya Îraqê bikin.

Di berdewamiya civîna han de Amerî tekez li ser girîngiya hevbeşiya Kurd di nava prosesa siyasiya Îraqê  û çareser kirina kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê li gorî destûrê kir û hevbeşiya Kurdistanê di nava prosesa siyasiya Îraqê de bi faktereke serekî bo serkeftina prosesa siyasiya Îraqê bilêv kir.

Di beşeke din ya civînê de her du alî behsa prosesa pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê kirin û piştgîriya xwe jî bo Adil Ebdulmehdî ku bo ava kirina hikûmetê hatiye erkdarkirin diyar kirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.