Mesrûr Barzanî: Lazime her sê pirensîb werin cîhbicîh kirin

Amerî dibêje rola Kurd gelek girînge
کوردستان TV
100%

Mesrûr Barzanî li gel Hadî Amerî civiya.

Îro Şiwêrmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serokê hevpeymaniya Fetih Hadî Amerî civiya.

Di civînê de Mesrûr Barzanî û Hadî Amerî behsa prosesa siyasiya Îraqê û hewldanên heyî yên bo ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê kirin û tekez li ser girîngiya pêbendbûn bi destûra bingehîn û rêz girtin ji mafên pêkhateyan kirin.

Her di civîna han de Hadî Amerî jî jiber serkeftina prosesa hilbijartinên Kurdistanê pîrozbayiyên xwe pêşkêşî partiya demokrata Kurdistanê kir ku bûye yekem û hêvî xwest ku ev yek pêngaveke bi bandor be bo pêşde birina rewşa heyî.

Di beşeke din ya civînê de Mesrûr Barzanî jî derbarê hewldanên heyî yên bo ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê got: Lazime her sê pirensîbên lihev kirin, hevsengî û hevparî werin parastin û daxwaz dikim ku Amerî bo çespandina wan pirensîban roleke bi bandor bilîze.

Derbarê Ekdar kirina Adil Ebdulmehdî jî bo ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê Mesrûr Barzanî diyar kir ku Ebdulmehdî kesekî jêhatiye bo birêvebirina postê Serokwezîrî û hêvî dikim ku tevahiya hewldanên xwe bo çareser kirina kêşeyên heyî bi awayekî bilez bitevger bike û hewl bide kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê di çarçoveya destûrê de çareser bike û hewl bo dabîn kirina xizmetgozariyên bingehîn û rojane bo xelkê Îraqê bide.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.