Li gor amaran di nava salekê de çekdarên ser bi rejîma Îranê herî kêm 69 kolberên Kurd kuştine.
Teqe kirina hêzên çekdar yên ser bi rejîma Îranê li kolber û kasibkarên Kurd li ser sînoran didome û beriya çend rojan du kolberên din bi teqe kirina raste rast ya çekdarên Îranî hatibûn kuştin.
Li gor amaran di nava salekê de zêdetir ji 69 kolberên Kurd ji aliyê çekdarên ser bi rejîma Îranê ve di dema kolberiyê de li ser sînoran hatine kuştin.
Ji bilî kuştina kolberan, hevdem hijmareke gelek zêde ji hesp û sewalên kolberan jî bi goleya hêzên çekdar yên Îranê hatine kuştin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin