Êwara îro komîsyona bilind ya hilbijartin û rapirsiyan ya Kurdistanê presskonferansek organîze kir û encamên hilbijartinan ragihand.
Ev encamên ku hatine ragihandin encamên ji sedî 85ê denganin jiber ku zêdetir ji 250 sendoq têbênî li ser wan hene, dengên nava wan hîn jî nehatine hijmartin.
Li gor daxuyaniya komîsyonê DPKê 595592 deng, YNK 287575 û komela îslamî 94992 deng, nibişa nû 113 297 deng, goran 164 336 deng, eniya îslah 69477 deng û hevpeymaniya serdem 13708 deng û partiya parêzgaran 3028 deng bidest xistine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin