Nadiya Murad xelata aştî ya Nobelê ya 2018’an wergirt

ji destê DIŞIê rizgar bibû
کوردستان TV
100%

Bizavkara mafên Êzîdiyan Nadiya Murad xelata aştî ya Nobelê ya 2018’an wergirt. Komîteya Nobelê ya Norwêcî ragihand ku Murad jibo xebatên xwe yên qedandina tundiya seksî, hat xelat kirin.

Doktorê Kongoyî Denis Mukwege jî, ku alîkarîya qurbaniyên tundîya seksî dike, bi Murad re hêjayî wê xelatê hate dîtin.

Komîteya Nobelê ya Norwêcî got: Nadiya Murad dîdevanek e ku dijî tundî û tûjiyên dijî xwe û dijî yên din têkoşînê dide. Xebatên wê bûn alîkar ku tundiya seksî ya dema şeran pirtir li pêş çavan bin, da ku berpirsên wan reftarên xirab hesabê wan zêdegaviya bidin,”

Murad, di sala 2014’an de, di 21 salîya xwe de ji alîyê Dewleta Îslamî (DIŞI) ve li gundê xwe Koço hatibû revandin û rastî gelek reftarên xirab hatibû.

Dayika Murad û 6 birayên wê, bi Êzîdîyên din re ku nexwestibûn bi dara zorê bibin Misilman, ji alîyê endamên DIŞIê ve hatibûn kuştin.

Murad û jinên din yên gundê wê ji hêla endamên DIŞIê re hatibûn revandin û gelek caran wek koleyên seksê hatibûn firotin.

Wê, di sala 2017’an de pirtûka bi navê “Qîza Dawî (The Last Girl)” çap kiribû ku tê de qala serborîyên xwe û dema dîlbûna xwe ya di destê DIŞIê de dike.

Hêjayî balkişandinê ye ku Murad berê jî Xelata Sakharov ya Parlamana Ewrupî wergirtibû.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.