Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jiber pêşkêş kirina xelata aştî ya Nobelê bi Nadiye Murad, peyameke pîrozbayî pêşkêşî Nadiye Murad kir.
Tekesta Peyama Serokwezîr: Ji bo bi dest anîna xelata aştiya Nobelê, ji dil pîrozbahiyê ji Xatûn Nadiya Murad dikim. Her wek çawan em ji ber kar û çaêakî yên Nadiya Murad kêfxweş dibûn, wergirtina xelata aştiya Noblê, cihê şanazî û kêfxweşiyê me û hemû gelê Kurdistanê ye.
Em hêvîxwaz in ev xelat, ji ber azar û êşên ku bi ser Nadiya û malbata vê hatiye, dilê vê xweş bike û her wiha dilê xuşk û birayên Êzidî ku tûşê karesatê bûne, xweş bike. Ji ber ku ev xelat tenê ji bo kesekê nine, belkî ji bo berxwedan û qurbanîdana Êzidiyan û gelî Kurdistanê ye.
Xatûn Nadiya Murad sembola qurbanî yên Êzidiyan û berhingar bûna terorê û hilgirê peyam aştî û mirovatiyê di cîhanê daye. Ev her dem li kar û çalakî yê mirovî bi temamî piştîvanê me bûye û dibe.
Hêviya serketinê jê re dixwazim û dubare pîrozbahiyê jê re dikim.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî
2018-10-05

komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin