Erbil 38°C Saturday 22 Nov 11:45

Bin Selman: Em hizbulaheke din li deverê de naxwazin

dibêje zextên me bo ser Husiyan berdewam dibin
کوردستان TV
100%

Şahzadeyê Siûdiyeyê Bin Selman di hevpeyvîneke xwe de li gel ajanseke nûçeyan behsa şerê dijî Husiyan ya li Yemenê kiriye û aniye ziman ku Siûdiye ku Serokatiya hevpeymaniya dijî Husiyan dike, naxwaze şerê li Yemenê dom bike.

Bin Selman hewiha eşkere kiriye ku çave Siûdiye naxwaze şerê li Yemenê dom bike, her wisa jî naxwaze li deverê de hizbulaheke din bi navê Husî hebe jiber ku ev metirsiyeke mezine bo ser ewlekarî û aramiya deverê.

Bin Selman tekez li ser vê yekê kiriye ku zextên hevpeymaniya Erebî li dijî Husiyan vê bidomin û em hêvî dikin ku Husî xwe bo destpê kirina giftûgo û diyalogê amade bikin û dev ji çek û şerê çekdarî berdin.

 

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.