Îran dest kiriye bi danîna mînan

zêdetir ji 10 rojane ew hemle destpê kiriye
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên taybetî ji Rojhilatê Kurdistanê, ev zêdetir ji 10 rojaye ku hêzên ser bi rejîma Îranê dest bi hemleyeke nû bo danîna mînan li ser  sînorên nabvera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê kirine.

Jêderên taybetî behsa vê yekê dikin ku hêzên ser bi rejîma Îranê li deverên Sawcî, Merîwan û Pênciwênê tevahiya sînor ji nûve bi mînan xemlandine û mînên ku vê carê ji aliyê rejîma Îranê ve hatine bikar anîn ji cureya NO4 in.

Herwiha hate zanîn ku piştî danîna wan mînan li ser sînoran, heta niha çend kolberên kurd jî jiber teqîna mînan canê xwe ji dest dane.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.