Li piraniya bajarên Îranê, xelk û dûkandarên Îranî dest bi greveke seraserî kirin.
Armanca vê greva han protesto kirina giranî û buhabûnê ye ku bi rêjeyeke berçav bilind bûye.
Welatiyên Îranê dibêjin ku nirix û buhayên pêdiviyên jiyanê ewqas giran bûye ku ev nikarin pêdiviyên serekî yên jiyana xwe ya rojan dabîn bikin.
Grev her çend li bajarên mezin hatiye destpêkirin lêbelê li bajarên biçûk jî dengvedaneke mezin li pey xwe aniye û li bajarên biçûk jî xelk grev girtiye.
Ji aliyeke din ve jî piraniya dûkandar û kasibkarên Îranî weke piştgîrî kirina xelk û greva seraserî dûkanên xwe daxistine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin