Li Silêmanî çar diz hatin girtin

bi navê polîs ji xelkê dizî kirine
کوردستان TV
100%

Bi kincên polîs dizî kirine.

Birêveberatiya polîsê Silêmanî daxuyaniyek weşand û têde ragihand ku îro hêzên polîs operasiyoneke berfire lidar xistine û çar diz binçav kirine.

Li gor daxuyaniya han, ev her çar kesên han bi navê hêzên antî madeyên hişber û bi kincên hêzên polîs êrîşî ser malên xelkê kirine.

Di beşeke din ya daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku ev her çar kesên han di dema êrîş kirine ser malên xelkê bi hinceta wenêrînê, ji malên xelkê dizî kirine û zêdetir ji 15 hezar dolarên xelkê dizîne.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.