Nûnerê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jan Kubis îro li Hewlêrê serdana komîsyhona bilind ya hilbijartinên Kurdistanê kir.
Kubis di serdana han de li gel Serok û endamên komîsyonê civiya û di civînê de behsa karên komîsyonê bi taybetî karûbarên taybet bi wenêrîn kirin li ser dozên ku hatine vekirin û herwiha ew sendoqên ku kêeşeya wan heye giftûgo hate kirin.
Her di vê civînê de Kubis daxwaz ji komîsyonê kir ku karên xwe bi şefafî bidawî bike û encaman jî bilez ji raya giştî re eşkere bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin