Wezîrê navxwe û Serokerkanê artêşa Swêdê civiyan

swê dibêje hevkariyên me vê bidomin
کوردستان TV
100%

Îro li Hewlêrê wezîrê navxwe Kerîm Şengalî û herwiha wezîrê demkî yê wezareta pêşmerge pêşwaziya şandeke siyasî û leşkerî ya Swêdê bi Serokatiya Serokerkanê artêşa Swêdê General Micael Bydén û şandeke pê re kir.

Di civînê de hevdem li gel giftûgo kirin li ser şerê dijî terorê, behsa hevkariyên artêşa Swêdê yên bo hêzên pêşmerge jî hate kirin û Kerîm Şingalî di vê çarçoveyê de spasiya psporên leşkerî yên Swêdê kir ku hevkariya hêzên pêşmerge kirine.

Herwiha Micael Byden jî eşkere kiriye ku vê hevkariyên Swêdê bo hêzên pêşmerge berdewam bikin û vê Swêd di prosesa reformên wezareta pêşmerge de roleke berçav bilîze.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.