Serokwezîrê Îsraîlê dibêje heta hêzên Îranî li Sûriyeyê hebin vê êrîşên Îsraîlê jî bidomin.
Serokwezîrê Îsraîlê Binjamin Netanyahu di gotareke xwe de diyar kir ku hebûna Îranê û hêzên Îranî li Sûriyeyê metirsiyeke gelek mezine bo ser ewlekariya Îsraîlê.
Netanyahu herwiha eşkere kir ku êrîşên ku heta niha li dijî hêzên Îranî li Sûriyeyê hatine kirine serkeftî bûne û heta leşkerên Îranî di nava axa Sûriyeyê de hebin vê êrîşên Îsraîlê jî bo ser wan bidomin.

komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin