Serok Barzanî pêşwaziya şandeke hevpeymaniya Islah kir

şanda mêwan behsa rola Serok Barzanî û PDKê kir
کوردستان TV
100%

Îro li Selahedînê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya û şandeke hevpeymaniya Islah bi

Serokatiya Emar Hekîm kir.

Di hevdîtinê de şanda mîwan, rol û pêgeha Serok Barzanî û Partiya Demokrata Kurdistanê di qonaxên dîrokî, niha û paşaroja Kurdistan û Iraqê de bilind nirxand û tekez kir ki Iraq pêwîstî bi vekirina rûpeleke nû ya peywendiya dostane li navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê de heye û pêwîste kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de bêne çareser kirin.

Şanda mêwan di berdewamiya gotinên xwe de ragihand ku wan berê jî tekez kirine piştevaniyê li wan sê bingehan dikin ku Serok Barzanî wekî bingeheke peywendiya di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê de nasandiye, ku ji tewafiq û şeraketa rasteqîne û hevsengiyê pêktê.

Di civînê de Serok Barzanî, ji bilî bi xêrhatina şanda mîwan, balkêşande ser peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda û bi şanda mîhvan ragihand ku gelê Kurdistanê xwediyê dozekî rewaye, ewê li cem me girînge doza rewaya gelê me û çareserkirina wan binpêkirinan ku li berê de beranber mafê rewayên gelê me hatiye kirin, ji bo ewe jî pêwîste mekanîzmeke rûn û mîsogerê pabendbûna bi şeraketa rasteqîne û tewafiq û hevsengiyê hebe.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.